Roja Sêşemî 19`ê Xakelêwe, Hacî “Marif Muzeferî”, naskirî bi “Marif Rêwas”, bavê Şehîd “Osman Muzeferî”, xelkê devera “Şarwêran”ê di temenê 83 saliyê de çû ser dilovaniya xwe.
Hacî “Marif”, kesekî qisexweş û xweştewiyê xelkê Mihabad û devera “Şarwêran”ê bû.
Navbirî di sala 1347`an de, bi hegera pêwendîgirtin digel PDKÎ, hate binçavkirin û li heyama 40 salên desthilata rejîma Îranê, gelek caran rastî heps û tundûtîjiyê hatibû, lê her nekarîn morela wî ya bilind bişkînin.
Hacî “Marif “, bavê Şehîd “Osman Muzeferî” bû, şehîd “Osman Muzeferî”, li sala 1367`an ji aliyê celadên rejîma Îslamî ya Îranê ve hate Îdamkirin.
Hacî “Marif “, bi sedema ku kurê wî pêşmergê PDKÎ bû, zaf caran ji aliyê hêzên dagîrkerê Kurdistanê ve rastî êş û azaran dihat.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarê Hacî “Marif Muzeferî” û xwe bi şirîkê xema wan dizane.