Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîdê rêya rizgariya Kurdistanê koça dawî kir

12:40 - 21 Îlon 2021

Roja Yekşemî rêkevta 28`ê Xermananê, “Rehman Mihemedî” bavê şehîd “Îsmaîl Mihemedî” xelkê gundê “Nerzemêz” ê ser bi bajarê “Şino”yê di temenê 80 saliyê de koça dawî kir.

Xwedêjêrazî kesayetiyek xweşnav û nîştimanperwer ê deverê bû.

Şehîd “Îsmaîl” dema ku rejîma Îranê êrîş kire ser axa Kurdistanê, tevlî refên Hêza Pêşmergê Kurdistanê dibe û bi sedema zîrekatiyê dibe kadir û erkê Hizbê bi rê ve dibe.

Xwedêjêrazî rêkevta 27`ê Pûşpera 1368`an a Rojî, li cihek bi navê “Dole Zewî” a ser bi “Bîmzurtê” di şer û pevçûnekê li dijî dagîrkerên Kurdistanê şehîd dibe û tevlî karvanê şehîdan bû.

Tirba şehîd li gundê “Nerzemêz”ê ye.

Herwisa kurekî mam “Rehman” bi navê “Rehîm Mihemedî” kêmendamê Hizbê ye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe şerîkê xema wan dizane.