
Roja Pêncşemî rêkevta 26`ê Reşeme ya 1400`an a Rojî, “Mihemed Şêrxanî”, endamê Hizba Demokrat û bavê şehîd “Rehman Şêrxanî”, li gundê “Bayînderê” yê ser bi bajarê Mihabadê koça dawî kir.
“Mihemed Şêrxanî” bi sedema vê ku kurek wî yê bi navê “Rehman Şêrxanî” û birazayekî wî yê bi navê “Hidayet Şêrxanî” di nav refên şoreşê de şehîd bibûn, hertimî cihê rêzgirtina xelkê navçeyê bû.
Hevdem Xwedêjêrazî bixwe jî bi fermî endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû û yek ji wan kesayetiyan bû ku hertimî hizira Hizbê di nav xelkê de belav dikir.
Şehîd “Rehman Şêrxanî” li salên despêka şoreşa gelên Îranê tevlî refên şoreşê û Hizba Demokrat bû. Navbirî pêşmergeyekî zîrek û qehriman bû û xwe ji ti cangoriyek bo gel û axa xwe nediparast. Di encama cangoriyên xwe de tevlî karwanê şehîdan bû.
Termê “Mihemed Şêrxanî” di nav girseya xelkê gundê “Bayînderê” û navçeyê de bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, kesûkar û xizmê xwedêjêrazî û xwe şerîkê xema wan dizane.