
Li navçeya Şpîrana girêdayî bajarê Selamsê bavê şehîdekî Kurdistanê koça dawiyê kir
Roja 29`ê Kanûna Paşîn a 2022`an, mam Mehmûd Hesenpûr xelkê gundê Spîdereya li navçaya Şpîranê a girêdayî yê bajarê Selmasê, bavê Şehîd Husên Hesenpûr, li temenê 78 saliyê de, koça dawiyê kir.
Mam Mehmûd bavê Şehîd Husên Hesenpûr û mamê fermanderê netris û lêhatî, Mistefa Hesenpûr yê PDKÎ bû.
Mam Mehmûd hertim şanazî bi xebat û rêbaza kurê xwe yê şehîd dikir.
Bi hegera evê ku ev bav û mamê 2 Pêşmergeyên Kurdistanê bû, berdewam rastî bin,avkirin, azar û îşkencayên hêzên rejîmê dihat, lê, xwedêjêrazî ti caran li hember daxwazên hêzên rejîmê de xwe neçemand, û herwisa şanazî bi bi vê yekê dikir ku, xortên malbata xwe perwerde kirine û pêşkêşî baregeha azadiya Kurdistanê kirine.
Kurê mam Mehmûd yê bi navê Husên Hesenpûr yek ji pêşmergeyên gernas yê PDKÎ bû.
Husên li sala 1346`an a rojî li gundê Spîdere jidayîk bibû.
Li demsala Bihara sala 1364`an ku dema şerê Îran û Îraqê bû û rejîmê lawên Kurd bê zorê binçavdikirin û bo şerê lidijî Îraqê dişandin ku, Husên jî yek ji wan bû.
Wî li yekem derfetê de, karî refên serbaziyê ên rejîmê bi cî bihêle û tevlî refên pêşmergên Kurdistanê bû piçtre li Hêza Serwan Hetem de hate sazimandihî kirin.
Husên Pêşmergeyekî sadiq, dilsoz, bê îd`a bû. Wî li çendîn şer û emelyatên li dijî hêzên rejîmê de bi awayekî bivêrane beşdarî kir.
Her bi hegera wê dilsozî û bi disîplînbûn û nehînî parêziya Husên bû ku, di demsala Bihara sala 1367`an de, digel Cemşîd Kamiran berpirsê rêkxistina navça Somayê, bo me`imûriyetekê li navçêyê de mijûlî birêve birina erkê Hizbî bûn, lê mixabin, di nîveka meha Pûşperê, li gundê Pîrancixê kevtne boseya girupa Zerbeta caş û pastaran, bi dîl hatin girtin.
Cemşîd Kamiran di dema komkujiya hepsiyanya li demsala Havîna sala 1367`an de hate îdamkirin, û Husêyn Hesenpûr jî di bihara sala 1368 an li girtîxana Golmexana Urmiyê hate êdam kirin.
Mam Mehmûdê bavê Şehîd Husên çendîn caran, ji aliyê rejîmê ve hate girtin û bi dest û pê kelpçekirî dihate îşkencekirin, lê ev mirovê welatparêz heya dawîn demên rojên jiyana xwe, hêvya bidestve hatina armancên bilind ên şehîdan bû û herwisa emegdarê rêbaza Kurê xwe yê şehîd bû.
PDKÎ ji malbat û kesûkarên mam Mehmûd Hesenpûr re sersaxiyê dibêje û xwe şirîkê vê xem û kovana wan dizane.