Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîdekî Kurdistanê koça dawiyê kir

13:44 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2021

Roja Sêşemî 5ê Gelawêjê “Nebî Yûsifî” bavê şehîd “Elî Yûsifî” xelkê gundê “Elik” ê ser bi bajarê “Kamiyaran”ê bi sedema nexweşiyê koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî “Nebî Yûsifî” heta dawiya jiyana xwe wefadar bi rê û rêbaza kurê xwe yê şehîd û hizba Demokrat ma.

Navbirî di nava xelkê de gelek rêz û hurmet hebû û kesayetiyeke xweşnav bû.

Şehîd “Elî Yûsifî” li sala 1337 a Rojî li gundê “Elik” a ser bi bajarê Kamiyaranê ji dayîk bûye.

Piştî êrîşa rejîma Îranê li ser xelkê Kurdistanê, navbirî tevlî refên hêza Pêşmergê Kurdistanê bû.

Navbirî di nav refên Pêşmergê Kurdistanê de, wekî pêşmergeyekî dilsor erkên xwe yên hizbî bi rê ve dibir.

Şehîd “Elî” li rêkefta 15ê Rezbera sala 1360 a Rojî di şer û pevçûnekê de digel dagîrkerên Kurdistanê li gundê “Textî Zengî” tevlî karwanê şehîdan bû.

Termê xwedêjêrazî “Nebî Yûsifî”li gundê “Elik” bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat û xizim û kesûkarê “Nebî Yûsifî” û xwe bi hevparê xema wan dizane.