
Kurdistanmedia: “Ehmed Pûrmihemed” bavê şehîdekî sorxelat yê PDKÎ çû ser dilovaniya xwe.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Yekşemî rêkefta 15`ê Rezbera 1397`an, “xwedêjêrazî “Ehmed Pûrmihemed”, naskirî bi “Emedîpûr Astî” bavê şehîd Dr. “Mihemed Pûrmihemed” li bajaroka “Peswê” ya girêdayî bajarê Pîranşarê, çû ser dilovaniya xwe.
Xwedêjêrazî, “Ehmed” kesayetiyekî naskirî û cihê baweriya xelkê deverê bû, û heya dawiya jiyana xwe emegdarê rêbaza kurê xwe bû.
Şehîd Dr. Mihemed, li sala1342`an, li bajaroka Peswê a girêdayî bajarê Pîranşarê jidayîk bûye.
Şehîd Mihemed rêkefta 6`ê Sermaweza 1363`an di şerê li dijî dagîrkarên Kurdistanê de, tevlî karvana şehîdên Kurdistanê bûye.
Qebira şehîd Mihemed li gundê “Kerîze” a girêdayî bajarê Mehabadê ye.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê vê xema van dizane.