Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîdekî PDKÎ çû ber dilovaniya xwe

13:42 - 20 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Bavê şehîdekî riya rizgariya Kurd û Kurdistanê çû ber dilovaniya xwe.

Roja Înê 30`ê Xakelêweyê, Hesen Umerî, bavê şehîd Mecîd Umerî xelkê bajaroka Zêve a girêdayî devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê çû ber dilovaniya xwe.

Şehîd Mecîd Umerî naskirî bi mela Mecîd, li sala 1356`an li bajaroka Zêve jidayîk bibû.

Navbirî rêkerfta 10`ê Xakelêweya 1375`an, li dema şerê li hemberî dagîrkarên rejîma Îslamî a Îranê, li gundê Nerzîve a girêdayî bajarê Şinoyê tevlî karvana şehîdên Kurdistanê dibe û tirba navibrî li gundê Xaltavî a girêday bajarê Şinoyê de ye.

Termê xwedêjêrazî Hesen Umerî, di nav girseya xelkê deverê bi axê hate spartin.

Partiya Dmeokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kesûkarên navbirî û xwe şirîkê vê xema van dizane.