
Kurdistanmedia: Bavê şehîdekî sorxelat yê PDKÎ li bajarê Merîwanê çû ser dilvonaiya xwe.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Çarşemî rêkefta 28`ê Xermanana 1397`an, xwedêjêrazî “Ebdulla Ehmedî” bavê şehîd “Mihemed Ehmedî” xelkê gundê “Bêsaran” li temenê 89 saliyê de çû ber rehmetê.
Navbirî kesayetiyekî nîştimanperwer li deverê bû ku, heya dawiya jiyana xwe ji nîştimana xwe hez kir û hogirê xak û welatê xwe bû. Termê xwedêjêrazî, di nav girseya xelkê deverê de bi axê hate sparitin.
Şehîd “Mihemed Ehmedî” li sala 1343`an, li gundê “Bêsaran” a girêdayî bajarê Merîwanê ji dayîk bûye, û li rêkefta 11`ê Rezbera 1362`an li şerê li dijî dagîrkarên Kurdistanê li cihê bi navê “Hencîran”ê, tevlî karvana şehîdên Kurdistanê bû.
Qebra şehîd “Mihemed” cihê bi navê “Bayera serê” ye.
Partiya Demokrat a Kurdistan Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî û xwe şirîkê vê xema wan dizane.