Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîdekî PDKÎ çû ber rehmetê

12:08 - 19 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Bavê şehîdekî PDKÎ, li bajarê Bane çû ser dilovaniya xwe.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Yekşemî rêkefta 27`ê Xezelwera 1397`an (18`ê Çiriya Paşîn), xwedêjêrazî “Ehmed Rizayî” bavê şehîd “Mihemed Rizayî” şehîdê PDKÎ, li bajarê Bane, çû ser dilovaniya xwe.

Navbirî  kesekî zehmetkêş û dilsoz bo pêşmerge û PDKÎ bû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê vê xema van dizane.