
Kurdistanmedia: Bavê şehîdekî PDKÎ li bajarê Urmiyê, çû ser dilovaniya xwe.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedai”yê, roja Çarşemî rêkefta 23`ê Xezelwera 1397`an, xwedêjêrazî “Derwêş Mihemedemîn Bedelgucar”, û xelkê gundê “Garane” a girêdayî devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, li temenê 85 saliyê de, çû ser dilovaniya xwe.
Xwedêjêrazî bavê şehîd “Ebdulmenaf Bedelgucar” şehîdê PDKÎ bû.
Navibirî bi sedema nesaxiyê koça dawiyê kir, û her di vê rojê de jî, di nav girseya xelkê deverê bi axê hate sipartin.
Şehîd “Ebdulmenaf” li sala 1364`an, di şerê li dijî dagîrkarên Kurdistanê de, tevlî karvana şehîdên Kurdistanê bû.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îran, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê vê xema van dizane.