Kurdistanmedia: Bavê şehîdekî Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Şinoyê koça dawiyê kir.
Roja Pêncşemiyê rêkefta 10`ê Xezelwera 1397an, “Mam Ebdullah Elmasî”, bavê şehîd “Hemze Elmasî” di temenê 91 saliyê de çû ber rehmetê.
Navbirî kesekî xweşnav û cihê baweriya xelkê deverê bû, û hertim şanazî bi rêbaza kurê xwe ve dikir.
Şehîd Hemze Elmasî sla 1337`an li gundê “Çiwarbot” a ser bi bajarê Şinoyê ji dayîk bû. Navbirî endamekî çalak û dilsoz ê Hizba Demokrat bû, ku di rêkefta 23`ê Gelawêja 1362`an a Zayînî de ji aliyê rejîmê vê hat îdamkirin, û heya niha jî cihê qebra wan nediyar e.
Termê Mam Ebdullah di nava aporeya xelkê deverê li qebristana “Şêx Heyder Koneqela” de bi axê hat spartin.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê li malbata û xizm û kesûkarê navbirî dike, û xwe bi hevparê xema wan dizane.