Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê Şehîdekî rêka rizgariya Kurdistanê koça dawî kir

13:24 - 20 Gulan 2020

Bavê Şehîdekî rêka rizgariya Kurd û Kurdistanê li Urmiyê çu ber dilovaniya xwe.

Roja Sêşemî 19 ê meha Gulana 2020 an, Hecî Mihemedemîn Ebdî , babê Şehîd Ebdulla Ebdî, Xelkê Gundê Naznaz serbi herêma Dol a girêdayî bajarê Urmiyê di temenê 84 saliyê de koça dawiyê kir.

Şehîd Ebdulla yê Kurê Hecî Mihemedemîn, Sala 1342 yê li gundê Naznazê ji dayîk bibû, piştî êrîşa rejîma Îranê bo ser Kurdistan ê û berxwedaniya Gelê kurd, Ebdulla Ebdî jî weke zaf kesên dinê tevlî refên Pêşmerên Kurdistanê bû û bû Pêşmerge, Roja 23 ê meha Rezbera Sala 1364 ê di şer û berxwedaniyekî qehremanane de li delo yê Şehîd bû û tevlî karwanê Sorxelate Şehîdên Kurdistanê bû.

Mam Hecî Mihemedemînê Bavê Şehîd Ebdulla jî, heya roja dawî ya temenê xwe emegdarê rêbaza kurê xwe yê şehîd ma û kesekî xoşvan û cihê hitbara hemî kesê bû.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşiya xwe pêşkêşî malbat û kes û karê Hecî Mihemedemîn û xelkê Gundê Naznazê dike û xwe şirîkê xema wan dizane.