Duh roja Yekşemî 20ê Îlonê, “Hecî Cehangîr Deştpêma”, kesayetiyekî xuya û xwedî qedir û bavê şehîd “Ebdulrehman Deştpêma”, xelkê gundê “Axçeqel” a ser bi devera Som û Biradost a girêdayê bajara Urmiyê koça dawiyê kir.
Xwedêjêrazî kesekî naskirî û nîştimnperwer yê devera Soma û Biradosê bû û hertimî şanazî bi rêbaza kurê xwe yê şehîd dikir û dilê wî li cem heval û hevçeperên şehîd “Ebdullrehman” bû.
Şehîd “Ebdullrehman Deştpêma” yek ji fermandê netirs û bi pirensîb yê Hêza Pêşmergê Kurdistanê bû.
Fermande û Pêşmergê qehreman “Ebdulrehman” di erkekî hizbê li devera Soma û Biradostê de li roja 18ê Gelarêzan a 1365an bi sedema kevtina bin reniya berfê şehîd bû û tevlî karvanê şehîdan bû.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje xizim, malbat û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe şerîkê xema wan dizane.