Mam “Siltan Radî” bavê şehîd “Keşfedîn Radî”, xelkê gundê “Sole” a girêdayê bajarê Selmasê, roja 18`ê Xakelêwe a 1399`an, di temenê 90 saliyê de bi sedema kalbûnê û nesaxiyê koça dawî kir.
Mam “Siltan” kesekî xweştewiyê xelkê û cihê hitbara hemû kesê bû.
Xwedêjêrazî hertim şanazî bi xwe dikir ku kurekî wî bi navê “Keşfedîn” ku di pêxema rizgariya Kurdistanê de canê xwe gorî kiriye û şehîd bûye.
Navbirî ji bilî wê ku bavê şehîd bû û heya dawiya temenê xwe wefadarê rêbaza kurê xwe bû, wî hertim xwe bavê pêşmeran dizanî û gelek xemxwarê şoreşvanan û hevçeperên şehîd “Keşfedîn” bû.
Şehîd “Keşfedîn Radî” sala 1339`î li gundê “Bihîk”ê ji daik bibû. pîştî şoreşa gelên Îranê û ragihandina xebata eşkere ya PDKÎ, navbirî jî wekî zaf xortên din yên Kurd tevlî refê pêşmergên kurdistanê bû. Wekî alîkarê kadr û kadrê derman heya dema şehîd bûnê bi dil û can erkê xwe bi rê ve dibir.
Roja 25`ê Banemer a 1373`î, li şer û pevçûnekê digel hêzên rejîmê li gundê Xanegê a ser bi dewera Tirgewer şehîd û tevlî karwanê sorxelat ê şehîdên kurdistanê bû û teremê wî kete destê rejîma tirorîstperwer a Îranê û hate bêserşûnkirin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiya dibêje malbat, xizim û kesûkarê “Mam Siltan Radî” û û xwe şirîkê xema wan dizane.