
“Qadir Mehmûdî” bavê şehîd “Mihemed Mehmûdî “ pêşmergê Hêza “Beyan” a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê çû ser dilovaniya Xwedê.
Qadir kesayetiyekî xweşnav ê deverê û cihê îtbara xelkê bû, navbirî heta dawiya jiyana xwe emegnasê rêbaza kurê xwe yê şehîd bû
Şehîd “Mihemed Mehmûdî “ li sala 1347`an a Rojî li gundê “Kanî Elî Girde” li bajarê Bokanê ji dayîk bûye.
Şehîd “Mihemed” her ji despêka şoreşa gelên Îranê ve tevlî rêfên Hêza Pêşmergê Kurdistanê dibe û li hêza “Beyan” tê sazmandan û bi pileya serpelî tekoşîna xwe dikir.
Li rêkevta 24`ê Xemanan a sala 1361`an a Rojî digel hevçeperê xwe yê bi navê “Qadir Ebasî” li şer û pevçûnekî digel hêzên rejîma Îranê li gundê “Şarî Kend” ê “Turcan” a ser bi bajarê Bokanê piştî şereke qehremanane, tevlî karvanê şehîdên Kurdistanê bûn.
PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên Xwedêjêrazî û xwe hevparê xema wan dizane.