
Roja Çarşemî 19ê Xezelwera 1400an a rojî, “Mihemed Gulçîn” (Çupanî) bavê şehîd “Mudîr” xelkê gundê “Kozereş”ê ser bi bajarê “Selmas”ê bi sedema nexweşiyê koça dawiyê kir.
Xwedêjêrazî “Mihemed” piştî ragehandina xebata eşkeraya Hizba Demokratê, bixwe û kurê xwe tevlî refên pêşmergeyên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê bûn û çeka pêşmergetiyê hilgirtin.
Xwedêjêrazî tevî kurê xwe di sala 1362an a rojî de li şerekî giran li dijî hêzên rejîmê di navbera gundên “Kozereş” û “Hacîcefan”ê de birîndar bû, û “Mudîr”ê kurê wî jî ku kadrê komîteya Selmasê bû, bi birîndarî kevte destê bi kirêgirtiyên rejîma Îslamiya Îranê.
Hêzên rejîma Îranê piştî gelek sivikayetî kirin bi şehîd “Mudîr” li ber çavên xelkê gundê “Kûzereş”ê daxwaz ji wî kiribûn ku ger bi dijî “Qasimlo” siloganan bide wî nakujin lê şehîd “Mudîr” tevî ku ji jana birînên kûr dinalî, bi dengê bilind û şoreşgêrane hawar kiribû: “Mirin û neman bo Xumeynî û rejîma wî”, lewma hêzên rejîmê li ber çavê xelkê gund “Mudîr”ê şorşgêr dabûne ber gulleyan û şehîd kiribûn.
Termê xwedêjêrazî “Mihemed Gulçîn” bi beşdariya xelkê deverê li gundê “Kozereş”ê bi axa piroza Kurdistanê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarê xwedêjêrazî û xwe hevparê xema wan dizane.