
Kurdistanmedia: Bavê şehîdekî PDKÎ, di bajarê Nexedê de çû ser dilovaniya xwe.
Li gora rapora gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Şemiyê 3`ê Hezîrana 2018`an, xwedêjêrazî “Elî Îbrahîm” naskirî bi “Elî Deryazî” xelkê gundê “Şawele” a girêdayî bajarê Nexedê çû ser dilovaniya xwe.
Xwedêjêrazî bavê fermanderê şehîd “Mihemed Dilryazî” bû, û şehîd “Mihemed” yek ji fermanderên bivêr û qehreman yên hêza “Pêşmergê Kurdisranê” bû.
Termê navbirî di gundê “Gamîşiyan” a ser bi bajarê Nexedê û di nav girseya xelkê deverê de bi axê hate spartin.
Şehîd “Mihemed Deryazî” di sala 1343`an li gundê “Şawele” ji dayîk bibû, û 22`ê Banemerê di şerekî qehremanane di cihê bi navê “Axutman” a girêdayî bajarê Mehabadê de tevlî karwanê şehîdên Kurdistanê bû.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî û xwe hevparê vê xema wan dizane.