Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîdekî sorxelat yê gel koça dawiyî kir

16:59 - 1 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Bavê şehîd Mîrza Ebdulayî Nîşkolan, bi sedema bi temen bûnê, xatirê xwe li jiyanê xast.

Li gorî rapora ku gehîştiye malpera “Kurdistanmediya”yê, roja Pêncşemî rêkefta 11`ê Rêbendana sala 1397 `an, Hecî Îsma`îl Zebîhî naskirî bi Hecî Îsma`îlê Nêşkolan, û  bavê şehîd “Mîrza Ebdulayî”, û xelkê gundê Nîşkolan a girêdayî bajarê Serdeştê, bi sedema bi temen bûnê, çû ber dilovaniya xwedê.

Navbirî di heyama jiyana xwe de, şanazî bi rê û rêbaza kurê xwe yê şehîd dikir, û wekî piştevanekî rast ji aliyê “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” hatibû naskirin.

Termê navbirî di nav girseya xelkê deverê de bi axa pîroz a Kurdistanê hate sipartin.

şehîd Mîrza Ebdulayî Nêşkolan, cêhgirê “Hêza Giyareng” bû, ku  di sala 1363`an, di şerekî de, digel dijminê azadiyê, di bombebaranê de canê xwe pêşkeşî baregeha tijî ji serweriya gel kir, û tevlî rivîngên sorxelat ê şehîdên  Kurdistanê bû.

Partiya Demokrat a Kurdistan a Îran, bi sedema koça dawiyî a navbirî, sersaxiyê dibêje malbat û kesûkarên navbirî, û xwe bi hevparê xema wan dizan e.