
Rêkevta 6`ê Rêbendanê, bavê şehîdek ê rêya rizgariya nîştiman yê bi navê “Ebûbekir Meşhûrî” naskirî bi “Bekir” û xelkê devera Mirgewer a ser bi Urmiyê çû ser dilovaniya Xwedê.
Xwedêjêrazî bavê şehîd “Fetah Meşhûrî” û kesayetiyek diyar, mirovek rih sivik, cihê baweriya xelkê deverê, kesayetiyek nîştimanperwer û hizbdost bû û hertimî şanazî bi rêbaza kurê xwe yê şehîd dikir.
Xwdêjêrazî mezinê malbata “Meşhûrî” û wekî kesek cihê baweriya xelkê Mirgewer bû.
Şehîd “Fetah Meşhûrî” sala 1345`ê a Rojî li gundê “Mîrava” ser bi devera Mirgewer a ser bi Urmiyê ji dayîk bibû. Navbirî rêkevta 4`ê Sermaweza 1362`ê ya Rojî li şer û pevçûnek li dijî dagîrkerên Kurdistanê digel fermande “Yûsif Emînî” li çiyayê “Aşê Ba” hatine şehîdkirin û tevlî karwanê şehîdan bûn.
Termê şehîd Fetah li goristana gundê “Qayer” ê ser bi devera Mirgewer bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.
Termê “Ebûbekir Meşhûrî” bavê şehîd “Fetha Meşhûrî” li goristana gundê Mîrava”ya Mirgewer bi amadebûna xelkê gund û deverê bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe hevparê xema wan dizane.