Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavkê şehîdekê rêya rizgariya Kurdistanê koça dawî kir

12:04 - 24 Hezîran 2020

Roja Înê 23ê Cozerdan a 1399an, bavê şehîdê rêya rizgariya Kurdistanê yê bi navê “Hesen Ostadî” û bavê şehîd “Feysel Ostadî” û xelkê gundê “Şêx Mezar” a ser bi devera Berandizê çû ser dilovaniya xwe.

Xwedêjêrazî kesekî Kurdperwer û nîştimanperwer bû û hertimî şanazî bi kurê xwe yê şehîd dikir ku di rêya rizgariya Kurdistanê de şehîd bibû.

Şehîd “Feysel” li sala 1346an li gundê “Şêx Mezar” a ser bi devera Berandizê ji dayîk bûye, navbirî piştî êrîşa dagîrkerî ya hêzên tepesrer a rejîma Îranê li ser axa Kurdistanê, sala 1363an tevlî refên pêşmergê Kurdistanê bû û çeka şeref û kirametê avête milê xwe.

Navbirî piştî 6 sal pêşmergayetî û xebatkirin li rêya rizgariya Kurdistanê de li rêketa 28ê Cozerdan a 1369`an, li şer û pevçûnekê digel hêzên dagîreker ên Spaha Pasdaran a terorîst li gundê Tezekend û Xirabe a ser bi devera Kinar Beroj, tevlî karvanê sorxelat ê şehîdan bû.

Partiya Demokrat a Kurtdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe şerîkê xema wan dizane.