
Îsal pitir ji derbasbûyî, welatiyê Îranê qetê Laşê xwe difiroşin û bangeşe û reklam bo firotina wan jî roj bi rojê asayîtir dibe.
Di wan rojande û bi taybetî piştî bê dahatî û bê karî û giraniya hewcehiyên jiyanê, bazara firotina qetên Laş, weke Gorçik, qetik cerg, rivî, gerimtir dibe.
Gorî wan nûçe û reklamên li ser der û dîvaran têne nivîsîn, kite Gurçikek gorî curê desteya xwînê, niha ji 15 heya 50 Milyon tumenî tête firotin.
Nirxa qetek Mêlaq, anku Cerg yan Sih, heya 150 Milyon tumeniye.
Bazara reşe kirîn û firotina qetê laşê mirovan di bajarên mezin de û bi taybetî li Tehranê roj bi rojê berfirehtir dibe.
Hekî heya heyamekê berî niha zêdetir xelkê gurçik yan cihekî dinê ye Laşê xwe pêşkêşî nesaxekê dikir, mixabin îro rojê xelk li ber nedarî û perîşaniyê Laş û bedena xwe didanê heracê û difroşe, daku bikare aliyê kêm bi wî diravî, nanê çend rojaye malbata xwe dabîn bike.