Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bazara mal û milk di Îranê rastiya aloziyan hatiye

13:05 - 11 Gulan 2020

Bilindbûna nirxên mal û milk û neşyana rejîma Îranê bona kontrolkirina wê bazarê, roj bi roj bazara mal û milkan aloztir dike û jiyana xelkê Îranê dijwartir dibe.

Bazara mal û milkan piştî belavbûna vîrûsa Koronayê di Îranê de, rastî pirsgirêkan hatiye û nirxa xaniyan bi yekcarî bilind bûye, Wezîrê Aborî yê Îranê, “Ferhad Dij Pesend”bi nizimkirina sûda bankî, bi hêceta geşeya bûrsê bi awayekî nerênî bandor li ser bilindbûna nirxa mal û milkan daniye.

Rejîma Îranê ku nekarîye nirxa “enfilasiyon”ê kontrol bike, niha şiyana kontrolkirina bazara firotina mal û milkan ji dest daye û di rastiyê de evên ku nirxê didanêne ser mal û milakan xwediyê mal û milkan û xwediyê bungahan û “dellalan” in.

Di rewşekê de ku her sal nêzî 600 heya 700 hezar jiyana hevpar di  di Îranê de pêk tê, bi wî qasî hewceyî bi malan heye, lê ji ew dema ku “Hesen Rûhanî” wekî Serkomar hatiye ser kar heya niha, ti pêngaveke wiha bo çareserkirina pirsgirêkên xaniyên hewce û bilinbûna nirxa mal û milkan hilnegirtiye.

Di rastiyê de ew “dellal”ê mal û milkan in ku serkevtitir ji rejîma Îranê bûne û karîne nirxa mal û milkan heya nêzî 4 beranber bilind bikin û rejîm bi tenê mêzekar bûye.