Roja Yekşemî 12`ê Hezîranê, di berdewamiya xwenîşandanên Îranê de, bazariyên bajarê Tehranê li hember rewşa xirab a aborî û bilindbûna nirxan, rijiyane li ser şeqaman û nerazîbûna xwe anîn ziman.
Di wan dîmenên hatinî weşandin de, hêzên ewlehî li derheq xwenîşandanên bazariyan dijayetî kirin lê, xwenîşandanan bi qîrandina siloganên weke “bêşeref, bêşeref” û “netirsin, netirsin, em tev bi hevre ne” li pêşberî hêzên ewlehî de derbas bûn.
Li gorî dîmenên ku li ser torên civakî hatine weşandin, xwenîşandanan bi qîrandina siloganan daxwaz kirin daku bazariyên din jî, tevlî rêzên wan bin.
Bazara sêrêya Emîn a bajarê Tehranê ku mezintirîn navenda firotina kelûpelên mala ne, ji ber bilindbûna nirxên kelûpelan û nebûna kirîn û firotina kelûpelan, bazariyên wir xwenîşandanên nerazîbûnê lidar xistin.
Her di vê derheqê de, rojnameya “Komara Îslamî” ya girêdayî rejîma Îranê di hejmara xwe ya roja Yekşemî 12`ê Hezîranê de, bangî Îbrahîm Re`îsî kiriye û gotiye, dema bicîh anîna soz û qewlên pêş hilbijartinan de ye.