Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bazên Zagros fermandeyekî rejîmê cezadan

12:48 - 18 Gulan 2020

Bazên Zagrosê ku bi Heloyên Zagros têne naskirin, li herêma Mirgevera girêdayî bi bajarê Urmiyê, Fermandeyekî hêzên Intizamiye rejîmê dane ber desrêja gullan û ceza dan.

Gorî nûçeyekê ku ji Wêblaga Bazên Zagros hatiye belavkirin, tîmek ji Bazên Zagros êrîşî ser pasigeha navenî a Zêwe li herêma Mirgever a Urmiyê ku di encamê de Fermandeyê vê binkê rejîmê birîndar bûye.

Wêblaga Bazên Zagros di nûçeyekê de belav kiriye ku demjimêr 12 û nîvê şewa Înê 15 ê Gulana 2020 an, girûpek ji hêzên rejîmê, bi armanca azar û eziyeta xelkê ji pasigehê derkevtine derve, ku kevtine ber dersrêja tîmek ji Heloyên Zagros ku di encamê de, Fermandeyê Pasigehê, bi navê Miheremî bi giranî birîndar bûye.

Heloyên Zagros ragihandine ku vî fermandê Pasigeha Zêwe, destekî bilind di azara û êşandina xelkê de hebû û heya niha gelek Terş û Pezê xelkê girtiye.

Kevtina Miheremî bo ber cezayê Heloyên Zagros bûye cihê dilxweşiya xelkê Mirgever.