“Bazên Zagrosê” daxuyaniyek rû li xelkê Kurdistanê belav kir û di vê daxuyaniyê de hatiye ku bilî malpera taybet a wan bi xwe, ti hesabek din a wan di nav torên civakî de nînin.
Deqa daxyaniyê wiha ye:
Hevnîştimaniyên rêzdar!
Têkoşerên rêya rizgariya nîştiman!
Her wekî di daxuyaniya taybet bi avakirina rêkxirawa me de bi rohnî hatiye: “Bazên Zagrosê rêkxirawek çekdarî ya serbixwe ye ku bi armanca berevanî ji kerameta mirovî ya Kurd û piştevanî li tevgera rewa ya xelkê Kurdistanê hatiye avakirin”; Rêkxirawa me her cure sazkirina dengo û rezîlkirin û gefxwarinek bi her armancekê be û ji her alî û kesekê, xwe diparêze û wan kiryaran li xizmet bi “siyaseta dijî Kurd” a Komara Îslamî de dibîne.”
Em radigehînin ku rêkxirawa me nûçeyên çalakî û daxuyaniyên xwe li malpera fermî û naskiriya “Bazên Zagrosê” belav dike. Her torek an rûpel û kanalek li jêr navê Bazên Zagrosê gotaran belav bike, ti pêwendiyek bi rêkxirawa me ve nîne û em bi şêweya guncaw li hemberî wan radiwestin.
Navnîşana xwarê malpera fermiya “Bazên Zagrosê” ye ku nûçe, zaniyarî û daxuyaniyên rêkxirawê belav dike.
http://halokan.blogspot.com
Bazên Zagrosê
23`ê Banemera 1401an a Rojî
13ê Gulan a 2022an