Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Bazên Zagros”ê êrîş kirne ser binkeyeke rejîma Îranê

12:15 - 7 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: “Bazên Zagros”ê di raporekê de belav kirine, li gundê “Degaga” di navbera bajarên Kamiyaran û Sewlawa û ser bi parêzgeha Sine, wan êrîş kirine ser binkeyeke Spaha Terorîstî a Pasdarên rejîma Îslamî a Îranê.

Li gor rapora malpera “Bazên Zagros”ê demjimêr 5-ê êwarê bi dema Rojhelata Kurdistanê, pola Kosalan a Bazên Zagros, binkeyeke Tepe Osman a Hewremanê li Degage bo heyama nîv sa`etî daye ber gurza agirê çekên xwe.

Di encama wê êrişa “Bazên Zagrosê”ê de, hejmarek ji hêzên dujmin hatne kuştin yan jî birîndar bûn, û zerer û ziyana malî bi kelûpelên muxabirat û locîstîkî yên spaha djîgelî a rejîma Tehranê ketiye.

“Bazên Zagros”ê belav kiriye, xelkê nîştimanperwer ê Degage di rewta xebata nû a gelê me de çalakane beşdarî li tevgerê de kirine û bi dil û can piştevanê Hêza Pêşmerge bûn, Spaha Pasdarên a Komara Îslamî a Îranê jî bi armanca serkut û tirsandina xelkê gundê Degage, du mozelanên caş û pasdarên ku xwe di gund û bazarên wî gundî de bi cih kiribûn. Wan xwast ku bi vê êrîşa xwe kerb û kîna xwe ji wan zalim û stemkaran nîşan bidin.