Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bazên Zagrosê li derheq çewtekariyên rejîma Îranê daxuyaniyek belav kirin

18:19 - 10 Îlon 2021

“Bazên Zagros”ê belav kirine ku ji destpêka avakirina “Bazên Zagros”ê ve heta dema belavbûna wê daxuyaniyê di tevahiya çalakiyên xwe de hemû bazên wê li tev polên seranserê welat de silamet in û ti xisarek ji aliyê ti hêzake dujmin ve bi wan nekevtiye.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Welatiyê hêja!

Di hember dîtingeh û siyasetên rejîma Tehranê de li derheq ax û niştimana Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, bertekên xortên gel, bi mifahvergirtin ji her core şêwazeke baş û bi wec, berevanî ji mafê rewa û mirovî ye.

Maf û berpirsayetiya me bo parastina gel û nîştiman e û piştevaniya me ji tevgera rizgarîxwazaneya netewa me ye, bazên me ji nav ciwanên netirs ên welat hatine hilbijartin û rêkxirava çekdar û bi şan a “Bazên Zagros”ê ava kiriye.

Bi şanaziyê ve radigehînin ku ji destpêka avakirina “Bazên Zagros”ê ve heta niha, polên “Bazên Zagros”ê, bi serkevtinên bi bi dom geşe kiriye û berfirehtir bûye ku îro li panatiya welat de amade ne. Çalakiyên “Bazên Zagros”ê bo berevanîkirin ji maf û azadiya welatiyan û alêkarîdan bi tevgera me bûye. Di Rêkxirava “Bazên Zagros”ê de hişyarî, bawerî, bawerî bi xwe û darîştina bername, sedema bingehîn a serkevtina wan çalakiyan bûye.

Xelkê xebatkarê Kurdistanê!

“Bazên Zagros”ê mixabinê wê yekê ne ku li meşya tevgera netewî-Demokratîka Kurdistanê de di nav xelkê welatê me de kesên tawanbar peyda dibin, dibne dardest û sîxurê dujminê dagîrker û dibne sedema êş û jana netewa me û bi cezakirina wan dibin bi qurbaniyê siyasetên dujminatiyên Komara Îslamî di Kurdistanê de.

Di wan çend rojên derbasbûyî de piştî cezakirina sîxurekî xwefirotî bi Spaha pasdaran a terorîst, bi sedema neçarî û neşiyana dezgehên sîxurî û serkutkerên rejîmê di hember derbên piştşikên ên “Bazên Zagros”ê, ji aliyê çend kesên ku dengoyên çewt ên spaha terorîst belav dikin û çendîn binke û malberên pêkenok ên girêdayê Îtila`atê ve dengo û nûçeyên çewt li derheq “Bazên Zagros”ê belav dikin lewma bi vê sedemê em xelkê Kurdistanê û hogirên “Bazên Zagros”ê agehdar dikin ku gotinên wan darbidestên rejîmê bi tevahî çewtekarî ne û ew dengoyên wan ti pêwendiyek bi “Bazên Zagros”ê ve tinîne.

Bo alxayînbûna welatiyan û xemxwerê tevgera me, radigehînin ku ji destpêka avakirina “Bazên Zagros”ê ve heta dema belavbûna wê daxuyaniyê di tevahiya çalakiyên xwe de hemû bazên me li tev polên seranserê welat de silamet in û ti xisarek ji aliyê ti hêzeke dujmin ve bi wan nekevtiye.

Em dubare dikin ku bazê esmanê welat û melevanê deryaya gel in, li hember her çalakiyeke xwe de berpirsyar in û bi hişyarî û çavên vekirî mêzeyê pîlan û destdirêjiyên rejîma xwesepîner a Tehranê ne

Bertekdanên me rengvedana siyaseta li dîjî Kurd ya Komara Îslamiye. “Bazên Zagros”ê şiyana vê yekê hene ku di qewimîna her metirsiyeke nenaskirî bo ser tevgera rewaya gel û takên xebatkar ên civakê, li bertekên wê li seranserê welat de dê bi şêwaza hewce û pêka tawankariyên wan ceza bike. Em sozê didin û bi micidî û tekezî radigehînin ku heta gihîştin bi armancên tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê, milê bi hêz yê cezadan bi tawankeran bin.

“Bazên Zagros”ê

10ê Îlonê 2021 a Zayînî