Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bazên Zagrosê li devera “Sindûs”ê êrîş kirine ser binkeyeke sîxurî ya rejîma Îranê

17:52 - 26 Hezîran 2022

Bazên Zagrosê di raportekê de belav kirine ku li devera “Sindûs”ê êrîşî ser binkeyeke sîxurî ya rejîma Îslamiya Îranê kirine.

Pêka rapora malpera “Bazên Zagrosê” li gundê “Derbend” ê girêdayî bajarê “Nexed”ê, binkeyeke sîxurî û serkutê ku hevdem binkeyek xwefiroşan e, kevte ber êrîşa kerba têkoşerên nîştîman û ji aliyê desteyek ji “Bazên Zagrosê” û dane ber gulleyan.

Di wê malperê de hatiye belavkirin ku, “Bazên Zagrosê” şeva Înê 3ê meha Pûşpera sala 1400an a Rojî, bi berdewamî çavedêrî li ser reftar û cîbicîbûna hêzên çekdar ên rejîmê dikirin û ew binkeye bi armanca tirsandinê dane ber gulleyan.

Herwisa wê malperê belav kiriye, demjimêr 1 û 5 xulekê sibêdeha roja Înê, bi têbînî û piştî bi dawîhatina pasevaniya serbazan û destpêkirina pasevaniya kadrên wê binkeyê, êrîş li ser wê binkeyê hatiye kirin. Hewce ye ku bê gotin di dema wê çalakiya “Bazên Zagrosê” de çekdarên li wê binkeyê, nekarîn û newêran ku serê xwe ji kunê derbînin.

Binkeya sîxurî ya “Kawe” li gundê “Derbend”ê ji destpêka şoreşa gelan ve heta niha wekî binkeyek ji aliyê rejmê ve bo serkut û tundûtîjî li dijî xelkê Kurdistanê hatiye bikaranîn.

“Bazên Zagrosê” ragihandine, eger tundûtîjî û azardana xelkê deverê ji aliyê rejîmê ve berdewam be, êrîşên me li ser wan û binke û damezraweyên dijegelên rejîmê, dê berdewam bin.