
Kurdistanmedia: Bazirganekî xelkê Birîtaniyayê, bi sebeba firotina alavên balafiran bo rejîma Îranê yên hatinî qedexekirin, bi du sal û nîv hepsê hate cezadan.
Baziriganê xelkê Birîtaniyayê yê bi navê “Alexander George” temen 77 salî, bi tometa veguhastina alavên balafirên wekî “F-4 Phantom û MiG” ku ji aliyê Rûsiyayê ve bo rejîma Îranê hatine çêkirin, du sal û nîv cezayê hepsê bo hate birîn.
Berprisên gumrika Birîtaniyayê ragehandine ku, çend mehan berî niha ev agehdar bûne ku, “Alexander George” alavên balafirên şerker yên hatinî qedexkirin, ji riya ofîsên kompaniya xwe ya li welatê “Malizya û Dubai” bo Îranê vediguhêze.
Wî bazriganê Birîtaniyayê, heya niha ji riya veguhastina alavên wiha yên hatinî qedexekirin, kariye bi qasî 5 milyon Pondî qazancê bike.
Li gorî gotina berpirsên gumrika Birîtaniyayê, du kesên din jî yên bi navên “Paul Etotar û Aris” xelkê “Telford” a Birîtaniyayê jî, alîkariya wî bazirganî kirine, û alavên balafiran ji welatê Amerîkayê bo kompaniya “Alexander George” li Birîtaniyayê veguhastine, û ev du kesane jî, bi 6 meh hepsê hatine cezadan.
Piştî ragehandina dewra yekem ya dorpêçên aborî yên Amerîkayê yên li dijî rejîma Îranê, baziiganîkirina bi alavên hewce yên balafiran digel rejîma Îranê hatiye qedexekirin.