Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bazirganên Rûsiyayê bona sermayegozariyê Îmaratê ji Îranê baştir dibînin

17:19 - 22 Gulan 2022

Endamê Heyeta Odeya Bazirganiya Hevpar a Îran û Rûsiyayê îlan kiriye ku: “Sermayedarên Rûsiyayê, bona sermayegozariyê, di navbera Îran û Îmaratê de, bala xwe didin Îmaratê.

Endamê Heyeta Odeya Bazirganiya Hevpar a Îran û Rûsiyayê “Celîl Celalîfer” tevî îtirafkirina bi vê yekê ku, Sermayedarên Rûsiyayê bona sermayegoziyê, Îmaratê ji Îranê baştir dizanin, herwisa diyar kiriye ku: “Heta niha me nekariye bala sermayedarekî jî bo aliyê xwe rakêşin”.

Herwisa navbirî diyar kiriye: “Sermayedarên Rûsiyayê bi komkirina zaniyariyan li navxweyî Îranê, dizanin ku dê rastî gelek lemper û pirsgirêkan bibin.

Pêka gotina wî berpirsî rejîmê firotina tiştan bo Rûsiyayê ji sedî 100 zêdetir bûye lê, hêj ew rêjeyek zêde nîne û jêrxanên Îranê bona bazirganiya digel Rûsiyayê amade nînin.

Her di vê derheqê de rojnameya “The Wall Street Jeurnal” di destpêka demsala Bihara îsal di raporekê de li jêr navê “Kilasa bisporiya Îranê bo dewrlêdana dorpêçan” nivîsandibû: “Îran wekî banka navendiya terorîzimê dikare di vê derheqê de Rûsiyayê hîn bike”.

Rejîma Îranê tevî mezaxtekirina pereyek gelek zêde li Rojhilata Navîn, hêj nekariye li deverên ku zêdetirîn perê Îranê di wan welatan de hatiye mezaxtekirin yên wekî Sûriye, Lubnan, Îraq û çendîn welatên din, bazara wan bi dest xwe ve bîne û kompaniyên Çîn, Rûsiye û Tirkiye zêdetirîn qazancê li wan deveran bidest dixînin.