
Kurdistanmedia: Amerîkayê bi boneya 13`ê Xezelwerê, roja dagîrkirina baylozxwaneya Amerîkyê di Îranê de, 9 kesên derdora Xamineyî, li tehrîmên xwe zêde kir.
Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê, roja Duşemî 13`ê Xezelwerê, bi boneya 40`emîn salvegera dagirkirina balyoza Amerîkayê di Îranê de, 9 kesên heqîqî yên rejîma Îranê li tehrîmên xwe zêde kir.
Wezareta Xezanedarî ya Amerîkayê, çend kesên paye bilin yên rejîma Îranê yên wekî, Mocteba Xamineyî, duhemîn kesê pir nifûz ê wî welatî piştî Xamineyî, û digel Îbrahîm Re`îsî berpirsê Dezgeha Dad, Husên Dêhqan Wezîrê berê yê berevanî, Mihemed Baqirî berpirsê Sitada giştî ya hêzên çekdar, Mihemed Mihemed gulpayganî berpirsê ofîsê û Wehîd Heqaniyan cihgirê karûbarê taybet yê ofîsa Xamineyî, Xulamelî Hedad Adil berpirsê berê yê Şivra Îslamî, û Xulamelî Reşîdî Fermandê Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiya, bi tehrîmên xwe zêde kir.
Wezîrê Xezanedarî yê Amerîkayê, Îstîvên Minûçîn, (Steven Manuchin), di daxuyaniyekê de ragihandiye: Ew kesên ku hatine tehrîmkirin, kesên nêzî Xamineyî ne, û di birêvebirina siyaseteke têkderan a rêberê rejîmê de rol hebûne.
40 sal berî niha di 13`ê Xezelwerê de, girûpek ser bi rejîma Îranê ku xwe bi xwendevarên peyrew ên hêla Îmam dizanîn, balyozxwaneya Amerîkayê dagîr kirin û diplomat, karmend û hêzên parastin ên balyozxwaneya Amerîkayê desteser kirin.
Piştî deh roj derbasbû bi ser dagîrkirina balyozxwaneya Amerîkayê ji aliyê rejîma Îranê ve, Amerîkayê bo cara yekê rejîma Îran tehrîm kir, û pêwendiyên Amerîka û rejîma Îranê ji wê demê ve haye niha baş nebû ne.