Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bê avî di parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de bûye karesateke mirovî

11:24 - 21 Çirriya pêşîn 2020

Bê avî bi astekî jiyana xelkê dijwar kiriye ku di parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de karesatek li pey xwe anîye ku nîşan ji karesata bêkesî û hejariyê ye.

Bi nav Nûnerê bajarê Çabiharê yê meclîsa rejîma Îranê yê bi navê “Mihyedîn Seîdî” li ser rûpela xwe ya “Instagram”ê belav kiriye: “Jinek ku ji Wezîr û Serkomar şerîftir e, di parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de bona dabînkirina av bo zarokên xwe bedena xwe dide destê kesekî û piştre xwe kuştiye dibe wî derdî li kîderê û digel kî bas bikin?”

Karesata jiyan di Îranê de bi awayekî dijwar e ku êdî ji ast derketiye û her roj awayek ji trajêdiya mirovan di Îranê de tê bihîstin, karesatên wekî firotina beşa laşê mirov wekî gurçikan bi awayekî azad li ser torên civakî têne xuya.

Herwisa firotina zarokan û kirîna kecan, zevac li ser pêgeha pere, ji hev belavbûna jiyana malbatan, tuntirîn pirsgirêkên hundirî, xwekujî, kuştin bi armanca diziyê û bi hezaran karesatên din pêsîra xelkê Îranê girtiye.

Di rewşek wiha de, Serkomarê Îranê mizgîniya bi dawîhatina dorpêça cebilxaneya rejîmê û azadbûna kirîn û firotina çekan dide xelkê û ji aliyeke din ve bona pariyek nan an taseke av, dayîk bedena xwe bi çavsoran re difroşin.

Trajêdiya jiyan di Îranê de, ti kalêkeriyek li ser vijdana reş ya berpirsên rejîma Îranê tinîne.