Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

bê avî jiyana xelkê Rojhilatê Kurdistanê dijwartir kiriye

12:53 - 12 Îlon 2021

xelkê Bajarê “Pîranşar”ê li parêzgeha Urmiyê rastî kêmaviyeke micid hatiye û gundê “Doşan”ê li parêzgeha Sinê tevî hebûna sîstemeke seqet a veguhastina avê çindîn rojan bê av mane.

Kêm avî û bê avî yek ji pirsgirêkên çaresernekirî yê xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê ye, tevî hebûna girîngtirîn çavkaniyên avê di Rojhilatê Kurdistanê de, bi sedema neşiyan û bikêrnehatina sîstema birêveberiya rejîma Îranê bajarên wekî Pîranşarê ku derdora wê tejî çavkaniyên avê ne rastî bê aviyê hatiye.

Herwisa gundê “Doşan” li parêzgeha Sinê tevî hebûna sîstemeke seqet a boriyên avê rastî pirsgirêka bê aviyê hatiye û xelkê wî gundî ragihandine: “Gelek caran me 2 heta 3 rojan heta dilopek av jî tinîne û rastî çendîn pirsgirêkan hatine”.

Herwisa xelkê gundê “Doşan”ê ragihandine ku kompaniya av û averoyê nirxa avê di wî gundî de bi qasekî zêde kiriye ku kes nikare wî pereyî bide û di boriyên avê de bi cihê avê bi tenê hewa dîşînin.

Xelkê wî gundî ragihandine : “Me çendîn caran berpirs ji wê rewşa dijwar agehdar kirine lê heta niha ti pêngavek bo çareserkirina wê pirsgirêkê hilnegirtine”.

Xelkê gundê “Doşan”ê gotine ku 14 hezar kes di wî gundê de dijîn û hewcehiyeke lezgîn bi çareserkirina bê avê hene û roj bi roj pirsgirêkên bêaviyê zêdetir û dijwartir dibin.