Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bê Avî û hişkbûna baxçeyan li Newsûdê bûye gefekî micid

13:24 - 28 Gulan 2021

Bi sedema bê Avî li devera “Newsûd”ê girêdayê bajarê “Pawê” li parêzgeha Kirmaşanê, metirsiya hişkbûna 800 hiktar ji baxçeyên xelkê heye û nebûna Avê dê wê pirsgirêkê micidtir bike.

Bexşdarê Newsûdê, “Yûnis Cehanbanî” gotiye: “Bi sedema kêmbûna barînan û hişkesaliyê, nêzî 800 hiktar ji baxçeyên devera “Newsûd”ê metirsiya hişkbûn û jinavçûna wan heye û serhev hezar û 326 hiktar baxçe li wê deverê de hene ku 964 hiktar avî û 362 hiktar jî dêm in.

Pêka gotina Bexşdarê Newsûdê, 350 hewzên paşkevtkirina Avê li wê deverê de hene û ku zêdetir ji 100 hewzên Avê hewcehî bi nûjenkirinê hene û dibe 200 hewzên din jî bêne çêkirin.

Baxçeyên gundên “Nirwê, Wezlê, Nîsane, Tişar û Hanî” li devera Newsûdê û gundên “Bînirwê, Diboşte, Dirbin, Qela, Şaran, Hane Deşt û Siracgah” li devera “Nûdşê” her li niha ve tûşî bê Aviyê bûne û roj bi roj baxçeyên wan gundan hişktir û tênîtir dibin.

Herwisa li Newsûdê de 322 kanî hene ku %99a ava Newsûdê dabîn dikin lê ji niha ve 110 kanî çik bûne.