
Hişkesaliya li parêzgeha Kirmaşanê, ji 50 salan berî niha ve bê mînak bûye û ava vexwarina xelkê bajarê Îlamê jî li meha Remezanê de şêlû û levitî ye.
Pêka ragihandinên rejîma Îranê, barîna befir û baran li parêzgeha Kirmaşanê de li wan 50 salên derbasbûyî de bi qasî %31 kêm bûye ku li wî 50 salî de bê mînak bûye û ji aliyê din ve jî, rizîbûna boriyên dabeşkirina avê li bajaran û bi hedrçûna beşeke zêde ya ava gundan, pirsgirêkên herî micid bo xelkê afirandine û renge av bo 300 gundan bi rêya tankerên gerok re bêne şandin.
Pêka gotinên berpirsên rejîmê, %40 a ava gundan li parêzgeha Kirmaşanê de xisar dibe.
Herwisa di bajarê Îlamê de jî pirsgirêka ava vexwarinê micid e û di meha Remezanê de jî, ava piqij bo xelkê wî bajarî nehatiye dabînkirin û niha ava vexwarina wî bajarî gemar û şêlûye û li wê ava vexwarinê de qewzeyên hûr ku bona tendirustiya mirovan metirsîdar e bi qasekî zêde têne dîtin û xelk ji wê rewşê nerazî ne.
Pirsgirêkên ava vexwarin û averoyan û ava hewce bona werzêriyê, pirsgirêkên çaresernekirî yên wan parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ne ku rejîma Îranê jî ti bernameyek bona çareserkirina wan pirsgirêkan tinîne û ew pirsgirêk piştguh avêtiye.