Pêştî bi encamnegihîştina Bercamê û dorpêçên nû ên Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, Spaha Pasdaran a terorîst daxuyaniyek belav kiriye.
Spaha Pasdaran a terorîst di roja Pêncşemî 11ê meha Xakelêweya sala 1401a Rojî ew daxuyanî belav kiriye û tekezî li ser berdewambûna bernameya mûşekî û çalakiyên navkî li deverê kiriye.
Herwisa di vê daxuyaniyê de Spaha Pasdaran bi piştrastkirin bi dîtingehên du welatên “Çîn û Rûsiyê” li hember welatên Rojavayî, gotine ku karbidestên Amerîkayê rastî paremanê hatine û nikarin berewirdên baş li ser guhertinên cîhanî û guhertinên “hêz û şiyan”ê li rojavayê Asiyayê hebin.
Gefên Spaha Pasdaran a terorîst di halekê de ye ku çend rojan berî niha , Amerîkayê ragihandibû ku mana navê Spaha Pasdaran li lîstê terorê rêgirî ji bi pêşveçûna meşa Bercamê dike.