Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bê hevkariya Îranê digel Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî zivirîn bo bercamê zehmettir dibe

12:30 - 25 Hezîran 2021

Berpirseke payebilinde Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihandiye ku demdirêj nekirin a lihevhatina Îranê digel Ajanasa Navnetewî ya Vizeya Navkî dê rewşa danûstandinên li ser bercamê aloztir bike.

Roja Pêncşemî 24ê Hezîranê, Berpiseke payebilinde Amerîkayê ku nexwestiya navê wî aşkira bibe li nav girûpeke rojnamevanan de huşdarî daye ku “Nabe Tehran bi siyaseta pesenda metirsiyê bilîze çimkî, li nebûna lihevhatineke wiha, dê zivirîna  bo bercamê gelek zehmetir bike.

Her wisa navbirî  daye zanîn ku bona zivirîn bo Bercamê, qaseke diyarîkirî ya zaniyariyan li derheq bernameya navkiya Îranê hewce ye.

Rejîma Îranê li 11ê meha Sermaweza sala derbasbûyî, destpêregihîştina lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî bo navendên navkî yên Îranê sînordar kiribû û protokola hevpêçkirî jî ragirtibû, lê di dawiya sala derbasbûyî de bi lihevhatina rejîma Îranê digel Ajansa navnetewî ya Vizeya navkî, bo heyamê 3 mehan kamêrayên çavedêrî di wan binkeyên navkî de wêne û girte vidiyoyan hilbigrin.

Rejîma Îranê merc danîbû ku di halekê de îzna destpêregihîştina Ajansa navnetewî ya Vizeya navkî bi datayên wan camêran bidin ku hemû dorpêçên Amerêkayî li ser Îranê bêne rakirin.

Hekî rejîma Îranê digel çavedêrên Ajansa navnetewî ya Vizeya navkî bona destpêregihîştin bi zaniyariyên wan kamêrayên çavedêriyê hevkariyê neke, danûstandinên li Viyenê dê rastî pirsgirêkên gelek micid bibin.