
400 malbat yên bê serpenah û 40 hezar kes yên bê av û berq di derdora bajrê “Çabihar”ê di parêzgeha Sîstan û Belûçistanê de dijîn.
Roja Duşemî, 22ê Hezîranê, Nûnerê meclîsa rejîma Îranê yê Parêlzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê, “Şabexş Gurgîc” got: piştî agirpêketin daristanan di wê dewerê de, derban û xaniyê 400 malbatan kawilbûn û niha jî ne xuyaye ku dê kengê bibine xwediyê mal, û biryar bû, bo wan xanî bêne terxankirinê lê piştî 2 mehan hêj ti basek tinîne û ew pê serpenah di derdora daristanan de dijîn.
Herwisa wî nûnerê meclîsa rejîmê baskiriye ku xelkên gundan yên bajarên derdora bajarê Çabiharê wekî, “Nîkşehr, Qesrê Qend, Serawan, Îranşehr “ê, bi hegera tinebûna îmkanatê hewce bo jiyanê bi taybet av û berqê, koçberî derdora bajarê Çabiharê bûne û livê akincî bûne.
“Şabexş Gurgîc” got: “Yek sale ku ew pirsgirêk bona çareserkirinê bi binyata “Mesken” hatiye danê ku ti karek heya niha nekiriye û xelk her tankêreke avê bi 200 hezar tumenî dikre û ti îmkanatê perwerde û tenduristiyê di wan nawçane de tinînin.