Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bêavî li 272 bajarên Îranê bûye krîzek micid

13:00 - 18 Hezîran 2022

Pêka amrên ku rejîma Îranê belav kirine zêdetir ji 272 bajarên Îranê û zêdetir ji 7 hezar gund li Îranê rastî bêaviyê hatine û renge rêjeya gundên bêav zêdetir bibe.

Birêveberê Giştî yê Kompaniya Av û Avero ya rejîma Îranê “Etabek Ceiferî” di hevpeyvîn digel Nûçegihaniya “Tesnîm” a girêdayî Spaha Pasdaran gotiye: “Niha 272 bajarên Îranê rastî bêaviyê hatine û ava vexwarinê bo zêdetir ji 7 hezar gundan bi tankerên avê tê dabînkirin.

Herwisa wî berpirsê rejîmê îtiraf kiriye: “Ji wan 272 bajarên ku rastî bêaviyê hatine, pirsgirêka dabînkirin, veguhastin û dabeşkirina ava vexwarinê jî hene”.

Rejîma Îranê îdia dike ku  bêavî û kêmavî bi sedema hişkesaliyê ye, lê ew îdiaya rejîmê di halekê de ye ku sala derbasbûyî, endamê Komîteya Netewî ya Bendavên Mezin ên Îranê, “Mistefa Fedayîferd” gotibû: “Krîza bêavî di Îranê de bi sedema hişkesaliyê nîne, belkî bi sedema birêveberiya şaş a çavkaniyên avê ye”.

Amara serast a gund û bajarên bêav li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê gelek zêdetir ji amarên belavbûyî yên rejîma Îranê ye.