Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bedxwarin di Rojhelatê Kurdistan û Îranê de bûye metirsiyek bo ser zarokan

12:53 - 10 Çirriya pêşîn 2021

Rewşa aboriya Îranê roj bi roj xirabtir dibe û şiyana kirîn û dabînkirina hewcehiyên xelkê jî daketiye û eva wisa kiriye ku zarok tûşê bedxwarinan bên.

Birêvebera Giştî ya Nivîsîngeha Baştirkirina Xwarinê di Îranê de “Zehra Ebdullahî” gotiye, xwarina ser sifreya hevwelatiyan xirabtir bûye û bedxwarinî di parêzgehên hejar de zêdetir belav bûye.

Wê berpirsa tenduristiya Îranê amaje bi wan zarokan kir ku temenê wan li 5 sal kêmtir e û kêşa wan zêde nekiriye û rêjeyan wan zarokan jî 2 qat zêdetir bûye.

Pêka amaran ji %12 ji wan zarokan di parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê de ne û ji %8  jî di prêzgeha “Xurasan”ê de ne ku rastî pirsgirêka bedxwariniyê hatine.

Zêdetir ji 1 dehik e ku rewşa aboriya Îranê geşe nekiriye û nirxa diravê Îranî jî roj bi roj ber bi daketinê ve diçe û eva bûye sedemê zêdebûna enflasiyon, bêkarî û hezariyê.

“Ebdullahî” pêşniyar kiriye ku di dibistanan de carek din şîran bidine zarokan ku bikarin pêşî ji wê bedxwariniyê bigirin.