
Bi hegera kevtina Befrekî giran û rabûna ba û bagerê Şapê Riya hezaran Gundên Rojhilatê Kurdistan girtine û hatûçun sekiniye.
Li hin cihên Rojhilatê Kurdistanê bi hegera bagerê, Befr 8 metran kevtiye serhev.
Bi sedema barîna Befrê û herwisa bagereke bihêz, ewa 3 Roje ku hatûçun li Riya di navbera piraniya Bajarên Rojhilatê Kurdistanê hatiye girtin û û gelek astengî bo xelkê çêbûne.
Li ser hinek Riyan li parêzgeha Urmiyê, weke Riya di navbera Mihabad û Bokanê, Nexedê, Serdeşt, Maku, Xoy, tête gotin şapê 5 heya 6 Metran Befir xistiye ser hev.
Bi sedema dijwariya rewşa hewayê û berdewamiya barîna befrê tevî berdewamiya bagerê, beşek ji amûrên paqijkirin û vekirina Riyan ketine bin befrê.
Sir û seqema di wan çend Rojên derbasbûyî de, li çend Salên derbasbûyî de bê mînak bûye, li hine ji Bajar û dewerên Rojhilatê Kurdistanê Pileya Hewa 20 Pileyî jêr Sifrê kevtiye.