Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Befrê pirsgirêkên mezin bo welatiyên bajarê Urmiyê afirandiye

10:26 - 26 Kanûna Paşîn 2020

Bi sedema barîna befrê, rêyên hatoçû yên piraniya gundên bajarê Urmiyê hatine qutkirin, lê navenda hawarhatin a rejîmê ti hewlekê bo paqijkirina rêyên gundê wî bajarî neda.

Di hin gundên wekî “Mîrava” û çendîn gundên din ên ser bi devera Soma û Biradostê xelkê wî gundê bi bêrik û meran rêyan vedikin, da ku bikarin nexweşên xwe veguhezin bo nexweşxanê.

Welatiyên gundên derdora bexşa Sîlwana jî, her bi wî awayî bi alavên xwe yên şexsî rêyan paqij dikin, û di çend gundan de jî bi tirextûrên xwe rêyan paqij dikin.

Sêrêya bajarokê “Zêwe” jî, bi awayekî xirab qerisiye û bi tewavî bûz girtiye, eve jî arîşeyeke mezin bo hatoçûya maşînan çê dike.

Welatiyên bajarokê “Zêwe”yê ragihandine ku, çendîn caran serdana navendên pêwendîdar kirine û ji wan re dane zanîn, ku çend metr xwê bo wan rêyan bişînin, lê heya niha ti berpirsekê bersiva wan neda ye.

Bi wî awayî heya niha jî piraniya rêyên hatoçû ên gundên sînorî yên bajarê Urmiyê hatine qutkirin û nehatine paqijkirin.