Bi sedema barîna befrê di Rojhilatê Kurdistanê de ku pitir ji 70 santîmetran û hinek cihan pitir ji mêtrekê bariye, bûye sedema qutkirina rêyan û pirsgirêkeke mezin ji pey xwe hebûye.
Herçiqas barîna befra wih ku li mêjve nebarîbû, bû cihê kêfxweşiya xelkê, hevdem gelek arîşe jî bo xelkê û bi taybetî li warê hatoçûyê de anîne pêş.
Di piraniya gund û bajarên parêzgeha Urmiyê de, rêyên hatoçûyê hatine qutkirin.
Bi taybetî ku bi hegera rabûna bagerekî tund a befrê li cihên kûratiyan û li ser rêyan bûye şape.
Êvara roja Pêncşemî, sedan kes li ser rêya Pîranşehr bo derwazê Hacîomranê, di nava befr û bagerê de asê bibûn, û xelkê derdorê wî bajarî di hawara wan de çûn.
Çendîn sal bû ku befrekî wiha giran nebarî bû, lewma hinek ji xelkê û bi taybetî ajotvanên maşînan li ser adetên berê îmkanatên hewce bona xweparastin ji sir û seqemê ji bal wan tine bûn, û eve jî arîşeyeke mezin bo wan afirandibû.