
Kurdistanmedia: “Behmen Qubadî”, derhênerê naskirî yê Kurd, di peyamekê de, li ser can jidestdana du kolberên Kurd li bilindahiyên “Tete”yê ya girêdayê “Hewraman”ê ku bi sedema befir û sirûseqemê canê xwe ji dest dabûn, helwîsta xwe nîşan da.
Peyam wiha ye:
Peydakirina termên wan du birayan, ew kolberên ku di encama dizîna perên wan û şandina wê bo gurûpên terorîstî, bi wî awayî jiyana xwe ji dest didin, û ew rejîma gendel, ji kuştina xelkê xwe ti tirsek wan nîne û em dibe hemû digel hev bi her awayekî be, bi hegera binpêkirina mafên rewa yên xelkê Îran û bi taybetî xelkê Kurd, bi awayekî berfireh, nerizayetiyên xwe nîşan bidin.