
Kurdistanmedia: wezîrê derteweyê welatê Behrêynê bas ji şandina çek û teqemeniyan ji Îranê bo Behrêynê dike.
“ Xalid bin Ehmed Alê Xelîfe”, bas dike ku ew çek û teqemeniyên ku hatine dîtinê û dest bi serde hatiye girtin, bo ji naw birina nîvya bajarê Menama Paytexta Behrêynê, besbûye, giring ewe ku Îran peyameke rast, wate her peyama aşitî û cînaretiya baş bide û heke em vê peyamê ji Îranê wernegirin, ewa Îran berpirsiyare.
Ji aliyek din jî, şandeke Îsra`îlê di civîna ewlehiya Behrêynê, bo berengarî kirin li gel Îranê, dê pişikdariyê bike.
Civîna Menamê bi xwanexwêtiya hevpare Behrêyn, Amerîka û Lehistanê, dê bi rêwebiçe û ew konfiransa Werşovayê de yê bê domandinê.
Civîna ewlehiya behrênê li roja Duşemî, 29`ê Rezberê, bi midehê 2 Rojan dê bi rêwebiçe û şandên welatên din mîna Erebistan, Imarat, Kuwêyt û Uman yê pişikdar bin.
Biryare di vê civînê de, rewşa parastina ewlehiya behrênê û pêşî girtin ji qaçaxa Çekan, bên baskirinê.
Siyaseta çepele rejîma Îranê, tim bi alozî xistin û destêwerdan di welatên cinar û têkdana ewlehiya welatan, roj bi roj, rola nigativa xwe nîşan dide.