Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bêkarî di Îran û Rojhilatê Kurdistanê de zêdetir bûye

13:28 - 30 Tîrmeh (Temûz) 2021

Bêkarî û nebûna derfeta kar di Îranê de bitaybet di bajarên Rojhilatê Kurdistanê de bûye gef li ser jiyana xelkê.

Pêka nûçeyên belav bûyî li bajarê “Selmas”ê kedkarên wî bajarî heyamek zêdeye ku rojane, demjimêr 5ê sibê zû heya 10ê sibê li meydana kedkarên wî bajarî disekinin, lê bi sedema nebûa kar car din bi destên betal dizivirine mala û heya niha aliyên pêwendîdar ti cehdek nedane bona çareser kirina wê rewşa xirab a bêkariyê.

Bi sedema bêkarî û bilind bûna nirxa tev hewcehiyên jiyanê di Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, hêla hejariyê jî bilind bûye û givaşek zêde ketiye ser xelkê Îranê.

Serokê Odeya Bazirganiya Tehranê  “Mesûd Xwansarî” gotiye: Pêka amarên sala  1399an, hejmara xwediyên kar ji 24 milyon û 300 hezar kes, bo 23 milyon û 300 hezar kes daketiye”.