Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Belavbûna vîrûsa Korona di Îran ê de gihîştiye asteke herî metirsîdar

12:37 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2020

Rewşa belvbûn û qasa qurbaniyên vîrûsa Korona di 17 parêzgehên Îranê de bi lezgînî zêde dibe.

Roja Çarşemî, 1ê Tîrmehê, Wezareta Tenduristiya rejîma Îranê ragihand ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de, 2 hezar û 549 kes tûşî vîrûsa koronayê bûne û 141 kesan jî canê xwe ji dest dane û parêzgehên “ Xûzistan, Sine, Urmiye, Tewrêz, Hormozgan, Bûşêhr, Xurasan, Kirmaşan”ê di rewşa sor dene û parêzgehên, “Îsfehan, Hemedan, Zencan, Kirman, Luristan, Gulistan, Erdebêl û Kûhgîlûye û boyêr Ehmed”, di rewşa hişdariyê dene.

Berdevka Wezareta Tendirustiya rejîmê, “Sîma Sadat Larî” roja çarşemiyê, ragihand: ji piştî nivro ya roja Sêşemî heya roja Çarşemiyê, 2 hezar û 549 pêketiyên nû bi nexweşiya COVID19, hatine tomarkirin ku, hezar û 621 kes ji wan nexweşan hatine razandin , heya niha 230 hezar û 211 kes di Îranê de tûşî vîrûsa Koronayê bûne.

Herwisa “Sîma Sadat larî” baskiriye ku, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 141 kesan jî canê xwe ji dest dane û ser hev heya niha hejmara kesên ku di Îranê de bi hegera nesaxiya korona yê canê xwe ji dest danî, giheşte 10 hezar û 958 kesin.

Ewajî di demekê deye ku her aliyek dizane rejîm amarên rastî diveşêre, bê guman hejmara qurbaniyan çendîn beramber zêdetirin.