
Vîrûsa Korona bi awayekî serberdayî di Îranê de zêdetir dibe û dem bi dem rewşa jiyan û tenduristiya xelkê xirabtir û aloztir dibe.
Roja Yekşemî, 3`ê Xakelêwe, Berdevkê Wezareta Tendurist a rejîma Îranê, “Kiyanûş Cehanpûr”, baskir ku amara qurbabniyên vîrûsa Korona di Îranê de, gihîştiye 1685 kesan û 21638 kes jî bi wê vîrûsê tûşbûne û heya nivro ya roja derbasbûyî, 7913 kesên tûşbûyî bi wê vîrûsê jê rizgar bûne.
Rojnameya Fokus (Fucus) a welatê Alman baskiriye ku, hekî karekî micid neyê kirin, nezî 3 milyon û 500 hezar kes di welatê Îranê de dê bibin bi qurbanî.
Herwisa rojnama Fucus baskiriye ku rewşa belavbûna vîrûsa Korona di Îranê de, ji kontrolê derketiye û bi awayekî serberedayî belav dibe, û bi gotina Berdevkê Wezareta Tendurist a rejîma Îranê, di her 10 xûlekan de, 1 kes bi sedema vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dide, û di nexweşxaneyan de ji demê berê zêdetir hatoçû heye.
Pêka amarên ku nûçegihania “Radio Ferda” ku ji gotinên berbelav yên berpirsên fermî yên deveran û çavkaniyên Wezareta Tendurist a Îranê berhev kirine, heya roja Şemî, 2`ê Xakelêwe, 46972 kes bi hegera hebûna nîşaneyên vîrûsa Koronayê hatine razandin an qerentînekirin û 2216 kes jî bûne qurbanî.