Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Belavbûna vîrûsa Korona li parêzgeha Sinê zêde bûye

12:19 - 6 Şibat 2021

Li parêzgeha Sinê ku asta tûşbûna xelkê bi vîrûsa Koronayê daketibû, lê niha cardin zêde bûye û di 3 bajarên wê parêzgehê de bi awayekî lezgîn zêde dibe.

Roja Înê 5ê Şibatê, Cihgirê “Siyasî, Ewlehî û Civakî” yê Parêzgarê Sinê, “Mihemed Îbrahîm Zarê`î” daye zanîn ku: “Rewşa Koronayê di bajarên “Sine, Kamiyaran û Seqiz”ê de pir metirsîdar e”, herwisa navbirî daye zanîn ku xelkê wan 3 bajaran rêkarên parastina xwe li vîrûsa Koronayê bi rê ve nebirine.

Li Parêzgeha Sinê ku asta tûşbûn bi vîrûsa Koronayê daketibû, bi sedema destbikarbûna salon û talarên mêvanî û rêûresmên zevacê û berçavnegirtina rêkarên xweparastinê, careke din hejmara tûşbûn bi vîrûsa Koronayê di bajarên parêzgeha Sineyê de û bi taybet li “Kamiyaran, Seqiz û  Sine”yê de zêde bûye.

Rejîma Îranê tevî ku heta niha ti vakseneke Koronayê nedaye xelkê, kirîna vaksenên bi wec yên Amerîka û Birîtaniyayê jî qedexe kirine û Îran kirine cihê ceribandina vaksenên bê wec yên Îran û Çînê û Rûsiye, ku ti navendeke zanistî ya pizîşkiyê jî ew vaksen erê nekirine.

Xelkê Rojhilatê Kurdistanê, tevî bê parbûn ji piraniya xizmetkariyan, rastî cudatîdanînan ji aliyê berpirsên rejîma Îranê ve tên û di dema destpêka belavbûna vîrûsa Koronayê, alîkariyeke wiha ya dermanî bo wan parêzgehan nedihatine şandinê û rastî pirsgirêkên micid wekî, mûçeyên peresdar û kadrên dermanî, kêmbûna dermanên hewce û emrazên û kelûpelên xweparastin a peresdar û kadrên dermanî hatibûn.