
Pêka amaran, rêjeya pêketiyên Koronayê li xwandingehên “Îlam”ê di heftiyên derbasbûyî de bi qasî pêketiyên 5 mehên derbasbûyî ên vê vîrûsê bûne.
Serokê Biriyargeha Lihemberderketin li dijî Koronya ya li Parêzgeha “Îlam”ê gotiye: “Vîrûsa Koronayê di xwandingehên Îlamê de bi lezgîniyekê zêde ve belav dibe û bûye gefek micid bo ser tendirustiya giştî.”
Herwisa navbirî gotiye: “Metirsiya vê carê ji ya berê zêdetir e.”
Pêka gotinên Cihgirê Zanista Pizîşkî ya parêzgeha Îlamê “Sadiqîfer”, amara pêketina dersxwanan di nexweşxaneyan de, bi zêdebûna 40 kesê din di 24 demjimêran derbasbûyî de, gihîştiye bi 91 kesan.
Li Parêzgeha Îlamê di 24 demjimêrên derbasbûyî de ceribandina 554 kesan erênî bûye.
Herwisa li seranserê Îranê, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 33 heza û 681 kes bi Koronayê ketine ku ji vê rêjeyê 2 hezar û 655 kes di nexweşxanan de hatine razandin û 130 kesan jî canê xwe ji dest dane.